Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê bang dike ku heta niha nêzîkî 90 malbatî di bin kavilên erdhejê de mane û nêzîkî 2700 malbat bê cih war mane.
Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ragihand, li bajêr ku 115 hezar kes lê dijîn û piraniya wan di bin asta hejariyê de ne, ji encama erdheja rû daye, rewşa mirovî gelekî aloz bûye û piraniya avahî û xaniyên bajêr derz lêketine.
Li gorî amarên Odeya Operasyonan, heta niha:
– 756 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane.
– 257 avahî bi temamî hilweşiyane.
– 1100 xanî ziyan dîtine.
– 2692 malbat bê cih û war mane.
– 515 malbat di kampan de hatine bicihkirin.
– 7 kampên nû hatine avakirin.
Odeya Operasyonên diyar kir jî ku niha pêwîstiya wan bi van karan heye:
– Rizgarkirina xelkê ji bin kavilan û derxistina terman ku tê pêşbînîkirin 80 – 90 malbat hîn asê mane.
– Vekirina rêyan û rakirina kavilan ji bo tîmên rizgarkirinê bi hêsanî tevbigerin.
– Alîkariyên xwarinê û şîrê zarokan bên belavkirin.
– Ava pak ji bo hemû gundan bê dabînkirin, ji bo nexweşî belav nebin.
– Navendeke bijîşkî ya taybet bi vê karesatê û xalên tendirustiyê yên gerok werin avakirin.