Endezyarê Jeofîzîkê: Dibe ku 215 hezar kes di bin kavilan de bin

Prof. Dr. Övgün Ahmet Ercan (1)

Mamosteyê Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê û Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan ragihand derdora 224 hezar kes di wan 7 hezar avahiyên de bûn ku di erdheja li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de hilweşiyane û got, “Eger hejmara kesên hatine rizgarkirin 9 hezar bin dibe ku derdora 215 hezar kes di jêr kavilan de bin.”

Roja 6ê Sibata 2023an dû erhejên bi pileya 7.6 û 7.7 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiye hejand û li wan parêzgehan bû sedema mirin û  birîndarbûna bi hezaran kesan.

Karûbarên lêgerîn û rizgarkirina li pey qurbaniyên erdhejê berdewam in û bi hezaran kes hîn di bin kavilê avahiyan de ne.

Mamosteyê Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê û Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan, roja Pêncşemê 9ê Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê amarên kesên ku heta niha di jêr kavilê avahiyan de mane hinek zanyarî belav kirin.

Ercan ragihand derdora 224 hezar kes di wan 7 hezar avahiyên ku di erdheja  li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de hebûn û got, “Hejmara kesên hatine rizgar kirin 9 hezar be dibe ku derdora 215 hezar kes di bin kavilan de bin”.

Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan dibêje, “Em di roja 4emîn a erdhejê di 9ê Sibatê de ne. Amarên fermî: hejmara miriyan 14 hezar û 351 kes in û  60 hezar birîndar. Ji 4 milyon avahiyan 7 hezar avahî hilweşiyane. Hejmara ew kesên ku di avahiyên hilweşiyayî de diman 224 hezar kes in. Eger hejmara kesên rizgarbûne 9 hezar bin, dibe ku  derdora 215 hezar kes di jêr kavilan de bin”.

Pustên heman beş