Weqfa Barzanî li Efrînê.. Ala Kurdistanê, çete û PKKe

BCF-AT EFRIN (5)

Alîkariyên dezgeha xêrxwazî ya Barzanî gihîştin bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, şêniyên Efrînê bi ala Kurdistanê û gotina Bijî Kurdistan pêşwazî li vê hengava mirovayetî a Weqfa Barzanî kirin.

Duh rojil înî 10ê sibata 2023an, alîkariyên dezgeha xêrxwazî ya Barzanî gihîştin bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, serokê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da ku alîkarîya ziyandîtiyên erdheja Sûryê û Rojavayê Kurdistanê bikin, em li her derê xizmetkarê gelê xwe ne û bêy cyawazî em alîkarya her kesî dikin”.

BCF-AT EFRIN (6)
BCF

Serokê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed eşkere kir: “Xelkê Rojavayê Kurdistanê gelek bi germî pêşwazî li me kir û em soz didin, her çi ji destê me were ji bo alîkarîkirina ziyandîtiyên erdhejê dikin”.

Her wih destnîşan kir qebareya erdhejê mezine û “dezgeha xêrxwazî ya Barzanî dê li Efrînê bimîne”.

Mûsa Ehmed her wih eşkere kir: “Me nêzîkî 250 ton kel û pelên alîkariyê anîne Rojavayê Kurdistanê”.

Derbarê gihîştina alîkariyên weqfa barzanî ji boy Efrînê, Ebdulrehman Mistefa serokê hikûmeta demkî a wê derê sipasîya Serok Barzanî kir ji bo ku li pey gazîya gelê Efrînê hat û alîkarî ji boy ziyandîtyên erdhejê şandin.

BCF-AT EFRIN (1)
BCF

Ala Kurdistanê li Efrînê, çeteyên Tirkiyê û PKKe!

Şêniyên Efrînê bi coşeke mezin pêşwazî li karwanê weqfa Barzanî ya alîkarîyan kir, wan ala Kurdistanê bilind kirin û bi gotina bijî Barzanî ev hengava mirovayetî ya serkirdayetîya Başûrê Kurdistanê pêşwazî kirin.

Li gorî dîmenên ku ji boy Darka Mazî hatine şandin, şêniyên Efrînê bi dehan alayên Kurdistanê bilind kirin û tu kesî, ne ji çeteyên Tirkiyê û nejî tu hêzeke din ya ku Efrîn dagîr kirune pêşî li bilindkirina ala Kurdistanê negirt.

Ev yêk serdana şanda parlmentoya Kurdistanê li bîra mirov tîne wexta li 11 sibata sala 2018an derbasî Efrînê bûyn û xwestin daxuyanyeke çapemeniyê bidin rojnamevanan, çekdarên PKKê yên wê demê li Efrînê nehiştin ala Kurdistanê li ser maseya prêskonferansê bê danîn û ala ji wir rakirin.

Îro jî û paş derbasbûna 5 salan şêniyên Efrînê bi qêrîna gotina bijî Kurdistan, bijî Barzanî û hildana alayê pîrozê Kurdistanê li navenda Efrînê, pêşwazî li weqfa Barzanî kirin.

Bi kurtasî bêrêzîya ku wê partîya navê Kurdistanê li xwe kirî ango “PKKê” bi alayê Kurdistanê kirî, çeteyên dewletên dagîrker nekirî ye.

Pustên heman beş