Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Zayid tekeziyê li bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê dikin

Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Zayid tekeziyê li bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê civiyan û tekezî li ser bihêzkirina zêdetir a pêwendiya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê û pêşvebirina hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan a di hemû waran de kirine.

Îro Duşemê 13ê Sibata 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubay, ligel Serokê Îmarata Erebî civiyan.

Di civînê de tekezî li ser bihêzkirina zêdetir a pêwendiya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê û pêşvebirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan di hemû waran de hatiye kirin.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro me ligel Şêx Mihemed Bin Zayid li ser rêyên bihêzkirina pêwendiyan gotûbêj kir. Xwesteka Herêma Kurdistanê û Îmaratê hevbeş e di warên veberhênan, bazirganî û dabînkirina asayîşa xureka navçeyê de.”

Mesrûr Barzanî di twîta xwe de herwiha destnîşan dike: “Ez bi wê yekê şanaziyê dikim ku Îmaratê wek hevbeşek bi nav bikim.”

Pustên heman beş