Rizgarbûyekî erdhejê: ez li şkeftekê dmînim

Rizgarbûyekî erdhejê: ez li şkeftekê dmînim

Di 6’ê Sibatê de 2 erdejên bi pileya 7.6 û 7.7 li Bakurê Kurdistanê pêkhat. Erdhejê bandora xwe li gelek bajarên Kurdistanê, Tirkiye û Sûryayê kir. Ji ber erdhejê heya niha nêzî 31 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, bi deh hezaran birîndar bûne û ewqas jî dibin kavilan de mane.

Mehmet Alî Çelîkê ku li Adiyamanê mala wîya yek qatî hilweşiya jî yek ji mexdûrên vê erdhejê ye, ew niha di şikeftekê de dijî.

Çelîk ku xaniyê xwe û malbata xwe bi hevre wenda kirine, bi vî awa basî jiyana xwe ya niha dike: “min malbata xwe winda kir. Min jina xwe winda kir, min zarokên xwe winda kirin. Avahiya meya yek qatî hilweşiya. Ez ji balkonê derketim. Xanî hilweşiya.. Min nekarî xilas bikim… Jina min û zarokên min di roja duyemîn de ji bin kavilan derketin… Ez di şikefteke çiyê de dimînim.. Min duh şikeft paqij kir, duh li wir mam. Alîkarî ji min re hat, min sweater û monst stand.. Ezê vegerim wir…”

Pustên heman beş