Nêçîrvan Barzanî li Dîlokê: Li Kurdistanê di her malekê de şîn heye

nechirvan-barzani-dilok-entab-kurdistan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo derbirîna hevsozî û hevxemiya xwe ji ber erdheja 6ê Sibatê, îro gihîşt Dîloka Bakurê Kurdistanê û di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber vê karesata li vir çê bûye, li Herêma Kurdistanê di her malekê de şîn heye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 14ê Sibata 2023 serdana çend bajarên Bakurê Kurdistanê û wan herêmên erdhejê kir ku zirareke mezin a canî û maddî gihîştiye wan deran.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Dîlokê spasiya Serokê Şaredariya Dîlokê kir û got, serdana wî ji bo Dîlokê û herêmên erdhejê ji bo nîşandana hevxemiyê û wefadariyek ji bo xelkê mexdûr e.

Nêçîrvan Barzanî li Dîlokê got: Dixwazim ji gelê Tirkiyê û mexdûrên vê bûyerê re bibêjim ku em ji bo hevxemiyê hatine.

Nêçîrvan Barzanî li ser navê Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî xwest û hêvî kir ku birîndarên erdhejê di demeke nêzîk de baş bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Ji ber vê karesata li vir çê bûye, di hemû malên Kurdistanaê de tazî heye” û tekez kir, “li gelek bajar û deveran jî şahî û pîrozbahî hatine rawestandin”.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê li gor şiyanên xwe alîkarî şandine û saziyên Herêma Kurdistanê dê li ser şandina alîkariyan bo mexdûrên erdhejê berdewam bin

Her îro Serokê Herêma Kurdistanê serdana Enqereyê dike û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re dicive. Nêçîrvan Barzanî dê paşê vegere Herêma Kurdistanê.

Roja Yekşemê 12ê Sibata 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo nîşandana hevxemiya xwe ji ber erdheja 6ê Sibatê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, serdana Konsulxaneya Tirkiyê ya li bajarê Hewlêrê kir û di tomara taybet a sersaxiyê ya konsulxaneyê de peyameke hevxemiyê nivîsand.

Pustên heman beş