Sûrye û Rojava Kurdistanê.. 7000 Hejmara miriyan

Sûrye û Rojava Kurdistanê.. 7000 Hejmara miriyan

Hejmara qurbaniyên erdheja 6î sibatê li Sûryê û Rojava Kurdistanê gihîşt 5417 kesan û tê pêşbînî kirin ev hejmar bigehe 7 hezar kesan.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja sêşemî 14/2/2023ê eşkere kir, heya îro ku 8 roj li ser karesata 6î sibatê re derbasbûne, 5 hezar û 417 kes li Sûryê jiyana xwe ji dest da ne, piranî jê li Rojava Kurdistanê ne.

Destnîşan kir, ji ber ku xebatên xelaskirinê hêjan dewam dikin, tê texmîn kirin hejmara mirîyan bigehe 7 hezar kesan.

Sibeha roja 6î sibata 2023ê li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7.7 û 6.7 Rû dabûn.

Ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojavayê Sûryê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji 5 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Pustên heman beş