Weqfa Barzanî karwaneke din a alîkariyan li Efrînê belav dike

efrin-cindires-weqfa-barzani

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwana sêyemîn ya alîkariyên mirovî gihande herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.

Îro roja pêncşemî 16\2\2023ê karwanê sêyem a Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî gihîşte Efrînê û dê li ser zirarmendên erdheja Cindirêsê werin dabeşkirin.

Ev karwan ji 10 barhilgiran pêk tê û nivîn, betanî, sobe, şîr û pêwîstiyên zarokan anîne û dê li navçeya Cindirêsê û hin gundên din ên Efrînê bêne belavkirin.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhejê bandoreke wêranker li herêma Efrînê û bi taybet li bajarokê Cindirêsê kir.

Li gorî Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, 1012 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane, 1100 xanî ziyan dîtine û 2692 malbat bê cih û war mane.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî roja 10ê Sibata 2023an, wek yekem dezgeh e ku alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab El-Selamê re gihandin Efrînê.

Pustên heman beş