Mesrûr Barzanî bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re civiya

Mesrûr Barzanî bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re civiya

Mesrûr Barzanî û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Koşka Elyse civiyan.

Êvariya duh roja çarşemî 15ê Sibata 2023an bi serdaneke fermî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî giheşte Parîs a Fransa.

Pêştir Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dzeyî ragihandibû, ku di civînê de dê pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransa, rewşa emnî û aborî, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bên gotûbêjkirin.

Peywendiyên Kurdistan û Fransa yên dîrokî hene û di dema desthilatdariya çendîn serokên Fransayê de û di qonaxên cuda de pêşde çûne û di şerê li dijî DAIŞê de, Fransa piştevaneke bihêz bû bo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ji bo şikandina DAIŞê.

Pustên heman beş