Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê ragihandiye ku bi sedema erdheja ku navenda wê Mereşa Bakurê Kurdistanê bû 1457 zarokên bêkes û 755 zarokên ku dermankirina wan didome hene.
Wezaretê diyar kiriye ku 93 zarok piştî dermankirinê girtine bin perpirsyariya saziyê û 609 zarok jî piştî kontrola nasnameyan radestî malbatên wan hatine kirin.
Wezaretê eşkere kiriye ku 1190 zarokên nasnameya wan diyar bûne û 267 zarokên ku nasnameya wan ne diyarin hene.