SOHR: Di êrîşeke Îsraîlê de 15 kes li Şamê hatin kuştin

sohr-sham-israil

Di encama êrîşeke asmanî ya Israîlî li ser Şamê û derdora wê de, 15 kes hatin kuştin û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, Îsraîlê bi mûşekan cihên milîsên Îranî û Hizbullaha Libnanî li devera ku dikeve navbera Seyda Zeyneb û Diyabiye li gundewarê Şamê û hin cihên sivîlan armanc kirin û di encamê de agir û teqîn li cihên armanckirî derketin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, 15 kes di encama êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin ku di nava wan sivîl hebûn û hejmareke din jî birîndar bûbûn.

Ji aliyekî din ve, ajansa “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî ragihand, îro di demjimêr 00:22 de, Îsraîlê ji aliyê Golanê ve bi mûşekan êrîş kir û hin xalên leşkerî û taxên sivîlan li bajarê Şamê û derdora wê kir.

Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekên êrîşkar bû û piraniya wan xistin xwarê.

Diyar kir jî, di encama êrîşê de 5 kes hatin kuştin, di nava wan de leşkerek hebû û her wiha 15 welatiyên sivîl jî birîndar bûn ku rewşa hinan giran e.

Di salên borî de, Îsraîlê bi dehan êrîşên asmanî li Sûriyê pêk anîne, bi taybetî navendên artêşa Sûriyê û hêzên ser Îran û Hizbullaha Libnanî dike armanc.

Pustên heman beş