ENKSê biryar da ofîsên xwe li Efrînê veke

ENKSê biryar da ofîsên xwe li Efrînê veke

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bir da baregehên xwecihî yên ENKSê li Efrîn û Cindirêsê veke û rola ENKSê li wê herêmê akîtv bike.

ENKS îro di daxuyaniyekê de ragihand, ENKSê roja 17ê Sibata 2023an li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî pêk anî û tê de li ser rewşa wêranker a erdheja ku li herêmên Kurdî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Efrîn û Cindirêsê rû daye rawestiya ku di encamê de bi dehhezaran cane xwe ji dest dan û birîndar bûn û hejmareke mezin ji xanî, avahî, rê û pireyan hilweşiyan.

Di civînê de karên ENKSê yên di vî warî de hatine kirin, hat pêşkêşkirin, ku wê name ji Netewên Yekgirtî û ji hikûmetên gelek welatan re şandine û bang li wan kiriye ku alîkariyên pêwîst û tîmên rizgarkirinê pêşkêş bikin û van deveran wek deverên wêranbûyî bi nav bikin, ta ku alîkariyên navdewletî jê re bên kirin.

Her wiha ENKSê spasiya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ku bi hawara ziyandîtiyên erdhejê çûne, bi taybetî li Efrîn û Cindirêsê.

ENKSê di civîna xwe de biryar da, baregehên xwecihî yên ENKSê li Efrîn û Cindirêsê bên kirin û rola wan li herêmê bê akîtvkirin, ji bo alîkariya ziyandîtiyan bikin, ziyanên çêbûne û binpêkirinên ku bandorê li wan deveran tên kirin belge bikin.

Pustên heman beş