Sînemxan Bedirxan Ala Kurdistanê ya bapîrê wê neqişandibû teslîmî Serok Barzanî kir

Sînemxan Bedirxan Ala Kurdistanê ya bapîrê wê neqişandibû teslîmî Serok Barzanî kir

Serok Mesûd Barzanî li Selehedîn pêşwaziya şehzadeya Bedirxaniyan Sînemxan Bedirxan kir. Sînemxan Bedirxan derbarê hevdîtinê de ragihandiye, ku wê ew Ala Kurdistanê ya ku wek emanet li cem wê bûye, radestî serok Barzanî kiriye.

Ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebokê Sînemxan Bedirxan ragihand, ku roja Şemiyê serdana Serok Mesûd Barzanî kiriye û emaneteke 104 salî radestî wî kiriye.

Şehzadeya Bedirxaniyan Sînemxan Bedirxan wêneyê hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re belav kiriye û derbarê hevdîtinê de peyamek nivîskî weşandiye. Di peyama xwe de, Sînemxan Bedirxan ji ber pêşwaziya germ a li wê û herwiha wergirtina emaneta 104 salî ji destê wê spasiya Serok Barzanî kiriye.

Sînemxan Bedirxan gotiye: “Îro piştî 104 salan li ser daliqandina vê alayê ji aliyê bapîrê min Mîr Emîn Elî Bedirxan û hevalên xwe ve, min ew ala radestî birayê xwe û rêberê tevgera azadiya Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî kir ku li deşt û çiyayên Kurdistanê bilind bike. Ez spasiya xwedê dikim ku min karî vê emanetê radest bikim û gelek spasiya birayê birêz Serok Mesûd Barzanî dikim, ji bo wê pêşwaziya germ û mêvanperwerî û wergirtina vê emaneta pîroz.”

Sînemxan Bedirxan neviya Emîn Alî Bedirxan keça Celadet Alî Bedirxan û Rewşen Bedirxan e. Sînemxan Bedirxan li paytexa Herêma Kurdistanê li Hewlêrê dijî.

Pustên heman beş