PKKê ev ciwanên Kurd li 2017 dane kuştin û li 2023 aşkera kirin

pkk-ciwan-kurd-kurdistan-hpg-zarok-kck-apo-ocalan-turkey -kurd-qarayilan

Rêxistina PKKê, dîsa nasnameya 5 ciwanên Kurd aşkere kir sala 2017 li Başûrê Kurdistanê dane kuştin û paş derbasbûna 6 salan ji nû ve mirina wan ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja yekşemî 20/2/2023 nasnameya 4 xort û keçên Kurd aşkere kir ku li sala 2017ê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk a dagîrker dane kuştin û paş derbasbûna 6 salan ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Navên van ciwanan wisaye:

Aycan Baytar ji Êlehê.

Remezan Bedrî ji Helebê.

Yûsûf Ertaş ji Wanê.

Adem Ozkan ji Agiryê.

Yaqûb Dunmûş ji Şirnexê. 

HPGê berê van ciwanan jî weke bi hezaran ciwanên din daye mirinê û di pesinê wan de dîsa pir bi rûqaymî gotîye: Ew fedayîên Apo bûn, ew layîqî Rêber derketin!.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş