Li Hatayê du erdhejên nû rûdan

Li Hatayê du erdhejên nû rûdan

Du erdhej bi pileya 6.4 li bajarokê Defne û 5.8 pile li bajarokê Samandaxê yên ser bi Hatayê çêbûn.

Li gor daxuyaniya (AFAD)ê di saet 20:04an de li navçeya Defneya Hatayê erdhejeke bi pileya 6.4an pêk hat.

Erdheja ku li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin, 16.7 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Piştî erdheja li Defneyê, erdhejek din jî parêzgeha Hatayê hejand, vê carê erdhejê bi pileya 5.8 li ser pîvana rîxterê bajarokê Samandax hejand.

Pustên heman beş