PKKê komeke din a zarokên Kurdan dane kuştin

pkk-ciwan-kurd-kurdistan-hpg-zarok-kck-apo-ocalan-turkey -kurd-qarayilan-qereso-kalkan -info

Komeke din a ciwanên Kurd yêk jê keç ji hêla rêxistina PKKê ve hatin feda kirin, PKKê mirina wan weke bi hezaran rêhevalên wan ji boy demek dirêj veşartî hiştbû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê weke her roj, duh roja sêşemî 21/2/2023 nasnameya 4 xort û keçeke Kurdan aşkere kir ku di berxwedana xwe ya saxte de feda kirine, PKKê ew li tîrmeh û cotmehên sala rabûrî 2022ê li Başûrê Kurdistanê dabûne kuştin û paş derbasbûna nêzî heşt meha ji nûve hatiye û nasnameya wan îfşa kirî ye.

Navên wan wisaye:

Mazlûm Alp ji Colemêrgê.

Caklîn Alî ji Tirbespiyê.

Azad Mine ji Ranya.

Mesût Tekîn ji Colemêrgê.

Nûrî Delo ji Efrînê.

HPGê berê van ciwanan jî weke bi hezaran ciwanên din daye mirinê û di pesinê wan de dîsa pir bi rûqaymî gotîye: Ew fedayîên Apo bûn, ew layîqî Rêber derketin!.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş