Alî Babacan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Alî Babacan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan ji ber alîkariyên erdhejê, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan, bi riya Twittera xwe alên welatên ku di erdhejên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de alîkarî kirine belav kir û got, ew minnetdarê birayên xwe yên ku di rojên zehmet de ji çar aliyên cîhanê destê alîkariyê dirêjî wan kirine ne.

Her wiha Alî Babacan bi heşt zimanan spasiya wan welatan kir ku Kurdî jî di nava wan de bû.

Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wek aliyên destpêkê bûn piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ên li Mereşê, bi hawara ziyandîtiyên erdhejê hatin û alîkariyên mirovî û endirustî gihandibûn bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Di vê derbarê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di pêwediyeka telefonî de spasiya Serok Barzanî kiribû.

Pustên heman beş