Şeva erdihejê li Kurejarî çi qewmî bû?

Kurejar-tsk-pkk

Di êrîşeke Tirkiyê de ku li 6î sibata îsalê li Kurejarî li ser PKKê encam dayî ye, 6 çekdarên rêxistinê jiyana xwe ji dest dan û PKKê tu agahî derbarê wê êrîşê û wendahiyên xwe nedane.

Rêxistina PKKê ku dewam zarokên Kurdan di berxwedana xwe ya saxte de feda dike û mirina wan îlan nake, herî dawî mirina 6 ciwanên Kurd veşartî ye ku li 6î sibata îsal 2023an li çiyayê Kurejarî ketine ber êrîşeke artêşa dewleta Tirk.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, li şeva 6 ser 7î sibata 2023an artêşa Tirkiyê êrîşek biriye ser nuqteyên PKKê yên li Kurejarî û di encamê de 6 çekdarên rêxistinê jiyana xwe ji dest da ne.

Di vê derbarê de, PKKê mirina van ciwanan veşartî hiştiye û medyaya fermî a rêxistinê gotîye ku roja 8 sibatê çekdarekî wan yê bi navê Osman Ozen jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên destê me, PKKê paş du roja ji êrîşa ku 6 ciwanên Kurd tê de hatine kuştin, nûçeyek li medyaya xwe înaye pêş û gotiye ku tenê çekdarekî wan mirî ye, PKKe bi vî awayî zirarên xwe yên canî û feda kirina zarokên Kurdan di peçine.

Pustên heman beş