Bizava Goran jî ji jehra PKK’ê bêpar nebû

Bizava Goran jî ji jehra PKK’ê bêpar nebû

Dema çend rojane şandeke parlamentoya Kurdistanê ku ji parlamenterên PDK’ê, YNK’ê û Bizava Goran pêk tê li wilatê Berîtanyayê ye, ev şand ji boy civîna bi hejmarek lîjneyên parlamentoya Berîtanya yê li vî wilatî ye, lê ev yek bi dilê PKK’ê û dovelankên wê nebû, ji ber ku PKK’e li dijî her kes, alî û tiştekî ye ku di berjewenda başûrê kurdistanê de be, ev care jî PKK’ê dîsa endam û alîgirên xwe di bin navê rojnamevan û çalakvanên sivîl şandin ku li dijî endamên vê şanda Herêma Kurdistanê bisekinin û heqaretê li wan bikin.

Êdî bi saya serê PKK’ê heqaret û êrîşkirina li ser şandên hikûmî yên ji Herêma Kurdistanê seredana wilatên Ewropayê dikin pirr zêde bûye, ev ne cara yekemîne ev yek tê kirin, PKK’ê pêş niha jî çendîn cara êrîşî şandên ji Herêma Kurdistanê, kesatî û berpirsên bilind yên hikûmeta herêmê kiriye, bi taybet li Berîtanya yê.

PKK’e dixwaze bi van karên xwe yên dûr ji exlaq cewekî wusa ava bike ku ti berpirs û şandekî ji başûr seredana wilatên Ewropayê neke, ne ji boy karên fermî û ne ji boy ti karekî din, her weha dixwaze wusa bi raya giştî ya cîhanî bide fêmkirin ku berpirsên Herêma Kurdistanê ji aliyê gel ve nayên qebûlkirin û ew zordarin.

PKK’ê ev yek bi parlamenterê Bizava Goran “Yasîn Xizir” jî kir

Mijara heqaretkirina bi “Yasîn Xizir” parlamenterê Bizava Goran û paşê birîndar kirina kesê ku heqaret bi Yasîn Xizir kiribû yê bi navê “Îsmaîl Siyan” di sosyal medyayê de bi awayekî berfireh cîh girt, ji ber ku trollên PKK’ê wusa di sosyal medyayê de parve kir ku piştî “çalakiyek” li dijî parlementerê Bizava Goran li Berîtanyayê ji aliyê Îsmaîl Siyan ve hatiye encamdan, vî parlementerê Bizava Goran bi alîkarya 16 kesên din kesê bi “çalakiyê” rabûy revandiye û piştre li wî xistiye û bi kêran ew birîndar kiriye! Lê belê ti video yan jî belgeyek li ser vê yekê parve nekir, bi tenê weke hercar axaftinên xwe weke belge berçav kirin.

PKK’e li Ewropayê bi rêya yekîneya îstixbarata xwe anku Navenda Lekolînên Poletîk (NLP) ku navenda wê ya sereke li Qendîlê ye û piştî Kongreya Heftemîn ya PKK’ê li Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin û rasterast ji aliyê Cemîl Bayik ve tê birêvebirin serpereştiya van kes û komên li dijî Başûrê Kurdistanê dike û wan araste dike. Erka sereke ya vê navenda PKK’ê bidestxistina agahiyên îstixbaratî di berjewenda PKK’ê de ye. Her weha îstixbarata PKK’ê serpiriştiya tev sazî û dezgehên PKK’ê dike, 95% ji kadroyên di vê navenda îstixbarata PKK’ê de kar dikin ji Bakurê Kurdistanê ne, NLP karîye saziya îstixbarata YNK’ê jî kontrol bike.

Yek ji karên din yên NLP li Ewropayê çêkirina encûmenê bi navê “Encûmenê Çalakvanên Kurd li Ewropayê” ye ku kesên herî diyar yên vê encûmena destçêkirî ya PKK’ê “Rencder Mexdîd, Mekî Amêdî û Aram Qadir” in, karê sereke yê vê encûmenê jî teşhîrkirin, heqaret û êrîşên medyayî yên dûr ji exlaq e bo ser kesên ne PKK’eyî û nêzî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev kesane bi awayekî sîstematîk û plan kirî kar dikin, kesên di vê encûmenê de jî di bin navê çalakvan û rojnamevan “çalakiyên” xwe encam didin, di demekî de ku ti yek ji wan ne çalakvan e û ne jî rojnamevan, belku bi tenê hin kesên nexwende û dije kurdin ku bi awayekî bêexlaqane di berjewenda PKK’ê de kar dikin.

Gul dan parlamenterekî û hêk girtin parlamenterekî din

Ji boy ku xwe bi kesên têgihiştî û wilatparêz bidin naskirin, vê komê yekemcar qefdekî gulan bi yek ji parlamenterên Kurdistanê yê bi navê Zikrî Zêbarî ku YNK’e ye û kesekî nêzî PKK’ê ye dan, lê belê piştre çalakvanê PKK’ê yê bi navê “Îsmaîl Siyan” bi roj heqaret bi parlamenterê Kurdistanê Yasîn Xizir kir, bi şev jî wusa da xuya kirin ku vî Parlamenterê Kurdistanê bi alîkariya 16 kesan êrîşî wî kiriye, ew revandiye û bi kêran brîndar kiriye, yekemcar ragihand ew ji boy sertiraşxaneyekî hatiye revandin, piştre ragihand ji boy parkekî hatibû revandin, lê ti belge di destî wî de tune, ya rast eve ku wî bi xwe bi kêran xwe birîndar kiriye heya ku Yasîn Xizir pê tawanbar bike û vê yekê weke belgeyek ji boy tehdîd û gefa li ser xwe pêşkêşî dadgehê bike heya ku bikare bi vê hincetê mafê penaberiyê li Berîtanyayê bi dest bixe.

Bi kurtî, ya zelal û eşkereye ku PKK’e û dovelankên wê li ti cî û demekî xwe ji ti karekî bi dûr nagirin ji boy dijatî kirina statoya Herêma Kurdistanê û rêveberên vê perçeya azad kirî ya Kurdistanê, ev êrîşa medyayî ya dûr ji exlaq ya ku niha li ser vî parlementerê Kurdistanê yê ji Bizava Goran tê kirin jî beşek ji vê plana PKK’ê ya dijatîkirina Kurdistanê ye û ne ti tiştekî dine, tek sûça vî parlementerê Kurdistanê bi tenê eve ku ne kesekî nêzî PKK’ê ye.

Pustên heman beş