Suheyla Qazî keça Pêşewa Qazî Mihemed koça dawî kir 

Suheyla Qazî keça Pêşewa Qazî Mihemed koça dawî kir 

Keça Serokê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed Suheyla Qazî di 69 saliya xwe de li bajarê Bonn ê Almanya koça dawî kir.

Suheyla Qazî şeş salî bû ku bavê wê Serokê Kurdistanê di 31ê Adarê de ji aliyê hikûmeta wê demê ya Îranê ve hatibû îdamkirin.

Pêştir roja 15/3/2020 Meryem Qazî keça Pêşewa Qazî di temenê 76 saliyê de li Emmanê koça dawî kir. Elî Qazî kurê Pêşewa ku bi navê “Kurê Reş” dihat naskirin, di 11.07.2022an de li Almanyayê koça dawî kir.

Pustên heman beş