Ahmet Turk: Herêma Kurdistanê berî her kesî hat alîkariya mexdûrên erdhejê

Ahmet Turk: Herêma Kurdistanê berî her kesî hat alîkariya mexdûrên erdhejê

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir, Herêma Kurdistanê berî her kesî hat alîkariya mexdûrên erdhejê û ji ber vê yekê ew spasiya Herêma Kurdistanê dike.

Ahmet Turk di hevpeyvîneke taybet de ji Kurdistan24ê re li ser alîkariyên Herêma Kurdistanê ji bo ziyandîtiyên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ragihand: “Ez bi xwe spasiya xwe ji Herêma Kurdistanê re dikim, roja ewilî ji bo alîkariyê berî her kesî hatin Kurdistana Bakur û bajarên Hatayê, Mereşê, Pazarcixê gihîştin wê derê.

Turk diyar kir: “Me dît Serok Barzanî hêsir ji çavên wî dihat, ji bo vê erdhejê hêsir ji çavên wî dihat. Lê ew kesên Tirkiyê îro dimeşînin, rêveberiya Tirkiyê dikin, bi rastî ew êş, me di rûyê wan de nedît.”

Ahmet Turk destnîşan kir: “Divê hemû gel di rojên wisa de ji hev re bibin alîkar, di nava gelan de ti neyartî, ti dijminahî tune ye, lê desthilatdar îro di nava gelan de neyartî, dijminatî, xerabî, nebaşî ava kirine.”

Herwiha diyar kir: “Îro ji Mêrdîn, ji Rihayê, ji Amedê, ji Şirnexê, hemû ciwanên partiya me, yên saziyên me, roja ewilî ji bo alîkariyê çûn Mereşê, çûn Hatayê, çûn Adiyamanê.”

Pustên heman beş