PKKê siyaseta reşkirina Herêmê bi derewên mezin destpêkireve

pkk-pyd-tev-dem-semalka-erdhej-efrin-rojava-kurdistan-heyva-sor-info

Medya PKKê ku ew çend roj bû siyaseta xwe ya reşkirina Herêma Kurdistanê cemidandi bû, dîsa bi derewên mezin didomîne. Ev çend rojin, nûçeyên weke “derîyê Sêmalka nahêle alîkarî ji bo mexdûrên erdheja Rojava biçe” hem Medya Civakî û hem jî li ser TV yê tên weşandin.

PKKê li Suleymaniye çend xalan kampanyayên xêrxwaziyê da destpêkirin. Dûv re hate îdîakirin ku ev alîkarî teslîmî Heyva Sor hatine kirin ku wan bişîne Rojava.

Ma di wesayîtên PKKê de tiştek nepenî heye?

Darka Mazî rastiya vê îddîayê lêkolîn kir. Li gorî vê yekê, wesayîtên ku derbasbûn lê hatî astengkirin tune. PKKe dixwaze ku wesayîtan bêyî teftiş û bê rêdana fermî derbas bike. Rayedarên dergehî jî ragihandin ku divê wesayît bi lêgerîna rûtînî a cihaza XR derbas bibe.

PKKe jî vê yekê qebûl nake. Ji ber vê helwesta PKKê ev pirs tê bîra mirov “gelo PKKe di wesayîtê de tiştek din derbas dike?” di dergehî de tenê bi cihaza XR kontrol tê çêkirin. Rexmê vê yekê ev helwesta necîh a PKKê gumanan diafirîne.

Wekî din, wesayîtên ku heta niha lêgerîn hetin kirin hemû jî li derî derbas bûn e.

Gelo ew alîkarî diçin Efrin ê?

Wekî din, ew alîkariya PKKê ku nagehin zirarpêketîyan ma ne cihê gumanê ye ku derbasî kîve dibin? Ew deverên zirardîtî di bin serwerîya Rejîmê û ya pêkhateyên ser bi Tirkiyeyê ve ne. Li ser Rojava çi alîkarî negiştine Efrîn û deverên zirarmend. Ji ber vê yekê cihê pirsê ye gelo heke ev alîkarî necin Efrînê wê kîve biçe?

Ew çavkaniyên di nava PKKê de ku em gihîştinê di bêjin ev alîkarî dê rasdestî TEV-DEM û PYDê werin kirin. Li gorî çavkaniyên me, PKKê berê ji bo gele Rojava li başûrê Kurdistanê gelek alîkarî komkirî bûn, lê ji van alîkariyan hejmareke pir kêm giheştibû zirarpêketîyan.

TEV-DEM û PYD, ku pêkhateyên PKKê ne, ev alîkarî li ser hêzên xwe yên leşkeri, ewlehiyê û sazîyan belavkiri bû. Dabeşa din jî ji layangirên xwe re kiri bû.  Bi rastî PKKe jî mîna AFAD (sazîya alîkarîa Tirkîyê) ê, alîkarî ji kesên zirarmend re wekhev û bi dadperwerî nayê belav kirin.

Ew alîkarî wê bigihîje cihê pêdivî?

Ger ew bi rastî bixazin xwest ku bigihîje gelê Efrînê, yê ku zirarê herî mezin ji erdhejê dîtiye, ew ê alîkarîyên xwe bi rêka dezgehên Herêma Kurdistanê bişînin. Ji ber ku Dezgehê Xêrxwazîya Barzanî derazînkek ji bo gehandina alîkarîyan bo Efrînê vekirî ye. yê bixwaze alîkarîyên wan binecih bibin wê serdana Weqfa Barzanî bike. Lê tişta tê fehmkirin ew e ku PKKe şûna ku alîkarîyan bide gele zirarmend ew tenê ji bo xwe propagande û Show ê ve mijûl dibe.

Pustên heman beş