Termê 3 kesan yek jê çekdarekî Heşda Şebî a Şîe ye, li Şengalê hatine dîtin.
Jêderekî asayîşê ragihand, termê 3 kesan îro li Şengalê hatine dîtin ku 2 ji kuştiyan şivanin, temenê wan 16 û 17 salî ye û yê din jî çekdarekî Heşda Şebî ye.
Wî jêderî diyar kir ku cenaze li herêma (Barî) ya girêdayî navçeya Sinûnê hatine dîtin.