Weke her roj, PKKê wêneyên komeke din a ciwanên Kurd eşkere kir ku li sala rabûrî feda kirine û ji nû ve mirina wan ragihand.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê, duh roja şemî 25/2/2023 nasnameya 4 ciwanên Kurdan aşkere kir ku li mehên tebax, îlon û cotmeha sala rabûrî 2022 ê li Bakurê Kurdistanê ketbûne ber êrîşên dewleta Tirk û ji wê demê ve mirina wan veşartî hiştbû.
Navên wan wisaye:
Mihemed Ehmed ji Hesekê.
Yaqûb Aba ji Mêrdînê.
Ûgûr Acet ji Stenbolê.
Kemal Boral ji Êlihê.
HPGê berê van ciwanan jî weke bi hezaran ciwanên din daye mirinê û di pesnê wan de dîsa bi rûqaymî gotîye: Ew fedayên Apo û layîqî Apo derketin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike ku di salên berê de feda kirine û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îfşa dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin yên ku PKKê bi destê artêşa dewleta dagîrker dane kuştin û hêjan mirina wan îfşa nekirî ye.