Sedemên girtin û astegkirina malperên Kurdan çi ne û ev êrîş li ser kê hatîye kirin?

Sedemên girtin û astegkirina malperên Kurdan çi ne û ev êrîş li ser kê hatîye kirin?

Berîya çend roja Pergala dadwerî ya Tirkiyê biryarek balkêş û baldar da. çend malperên Kurdî û Kurdistanî weşandin dikirin  girtin. Dadgeha Cezayê Sulh ya Enqerê, bi hinceta “ku propagandaya rêxistina PKK/KCK dike” malpera weşanxaneya Avesta û Rûdawê girtin. Dezgehê weşanxaneya Avesta bi ti awayî pêwendî bi PKK ê re nîne. Weşanên Avesta li ser çand, dîrok, ziman û wêjeya Kurdî xwedî cihekî dîyarde ye. Mînakî, malpera kanalek mîna Rûdawê jî hate asteng kirin. Wekî din, gihîştina hesabê gelek bikarhênerên medya civakî jî hatîye asteng kirin.

Li dijî biryarên dewleta Tirk beşek ji Kurdan bertekên tûnd nîşan da. Lêbelê, analîzek piralî di warê binpêkirin û sedemên vê biryarên qedexekirinê bi qasî pêdvî nehatin kifşkirin. Ev qedexe destnîşan dike ku dewleta tirk dixwaze Kurdan di nava kîjan sînoran da bigire. Kîjan Kurd ji bo dewletê başe û kîjan metirsîdar e. heya sîyaseta dewleta tirk ya hember Kurdan neyê fêmkirin em dê nekaribin sedemên vê qedexeyê jî bizanin.

Gelo di dema erdhejêda biryara qedexeyan tesadûfî ye?

 Biryara Dadgeha Cezayê sulhê ya Enqere biryarekî rêjîma dewleta Tirk e. nemaze qedexekirina malperên Avesta, biryara dewleta kûr a Tirkiyê ye. ne tesadûfî ye ku hêj bi hezaran hemwilatî di bin xirbeyên erdhejêda li benda rizgarkirinê ne lê dewlet dijî dezgehên agahî û zanista Kurdan biryarên qedexeyê dide.

Piştî erdheja 6 ê Sibatê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavişoglu spasiya hêzên ku hatîn hewara mexdûrên erdhejê kir. Lêbelê, di videoya sipasîyê de navê Kurdistanê û kurdan nehat gotin. Sipasî nekirina Kurdan û girtin û qedexekirina malperên Kurdan xwedî yek sedem in.

Di dema erdhejê de, Kurdan dîtin ku ev dewlet ne dewleta wane û deverên Kurdan di bin herifteyan de hatin hiştin. Ji aliyekî din ve, Kurdan alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehê xêrxwazîya Barzanî dît. ango, Kurdan dît ku divê ew pişta xwe bi tirkan germ nekin û berê xwe bidin dem û dezgehên Kurdistanî. Tişta ku dewleta Tirk ditirsîne ev têgeha Kurdistanî ye.

Siyaseta bê Kurd kirina rojavayê Firatê

Wargehên kalikên Kurdan Hûrîyan ku berîya 4000 sal û vir ve lê dijîn, di bin gef û zexta çolkirinê da ye. Erdheja li Maraş di 6 ê Sibatê de çêbûyî ew stratejiya dewlata Tirk a bêKurd kirina rojavayê Firatê dîsa xiste rojevê. Tirk vê erdhejê ji bo bêKurd kirina deverê weke derfeteke zêrîn di nirxîne. Ji bo ev derfet ji dest dagirkerîya tirk nereve hemû hewlên bêdengkirina kurda dide. girtin û qedexeya li ser malperên Kurdistanî beşek ji vê sîyaseta tapeserkirina Kurdan e. Ev ne tenê  siyasetek AKP ê ye, ev siyaseta dewletê tirk bixwe ye.

Hewldanên Dewleta Tirk yên qûdkirina Kurdên bakur ji Başûrê Kurdistanê

Ji sala 1960 û vir ve yek ji armancên sereke yên dewleta Tirk ew e ku rêbaza sîyaseta Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdan nebe modêlekî desthilatê. Dewleta Tirk ji bihêzbûna aborîya Kurdan ditirse û hewl dide ku Kurd bê sîstema desthiladarî bimînin. Dewleta Tirk bi pêkhateyên cûrbecûr dixwaze Kurdê xwe bixuliqîne. Hêza serek ya vê armanca dewleta Tirk cîbecî dike PKK ye.

Eha em bi zelalî bibêjin ku dewleta Tirk derveyî PKK ê derfetê nade çi tevger û fîkrên Kurdistanî pêşbikeve. Ji ber vê yekê, her kar û xebata Kurdistanî wekî PKK tê binavkirin û darizandin. Mînakî, heman tişt di astengkirina gihîştina malperên kurdî da hate kirin. malperê weşanên Avesta û xwedîyê wê weke propagadeya PKK ê dike hate tometbar kirin. Dewleta Tirk hewl dide ku li hemû bakurê Kurdistanê û hemû pêkhateyên din ber bi PKK ê ve bikêşe. Ji ber ku PKK amûreke di destê dewelta tirk de ku Kurdan pê kontrol dike. Bi rêya PKK ê civaka Kurd ji hûndir de tê dagirkirin.

Çapemeniya PKK ê û Dewleta Tirk

Cihê herî berbiçav a sîstema têkiliya di navbera dewletê û PKK ê de, medyaya PKK ê ye. her çend gava pevçûnên klîkên di navbera dewletê de çêdibin hinek ji medyaya PKK ê werin girtin jî, di bingeh da dewleta Tirk medyaya PKK ê rasterast bi rêve dibe.

Mînakî, çima weşanên Avesta, ku ne nûnerên çi xetên siyasîye jî dîsa tê astengkirin, lê şerîka prodüksiyona bernameyên di Stêrk TV de tên weşandin bi fermî li Amedê xebatên xwe didomîne. Rojnameya PKK ê li Tirkiyê, Ozgûr Yaşam, rojnameya Xwebûn, ajansa Mezopotamya li hemû koç û kolanên bakûrê Kurdistanê bi aramî digerin û kesek dengê xwe jê re nake. Mînak, weşanên Dîpnot navendeke ku hemî lêkolînên îdeolojîk yên PKK ê li wir têne meşandin û ji alîyê perpirsê xebatên îdolojîk yê PKK ê ve tê rêvebirin. Lê ew hemû dezgehên çapemeniya PKK ê di bin ewlehîya dewleta tirk de di xebitin. Dewlet weşanên PKK ê ji bo xwe weke metirsî nabîne û heman wext xwedî yek stratejî ne. Ji ber ku erkên wê hene.

Medya PKK û Yalçîn Kûçik

Dema ku em medyaya PKK ê baş vekolîn bikin, em ê bibînin ku di bin rûyê wan de dîmenekî tirkbûnê veşartî heye. Medyaya PKK ê tenê ji bo Kurdên Bakûr bikin kemalîst û wana di nava sînorên dewleta Tirk de bihêlin û mafên wan yên neteweyî û millî bi wan biden jibîrkirin hemû canbazîyan dike. Di bin peyvên kulîlik, dar û ber kurmik, ekoloji tenê mebesta wan ew e ku qîbleya Kurdan ji netewbûnê veguhêzin Tirkbûnê. Ango, peywira medya PKK ê ji bo şûlîkirina hişmendiya kurdan dixebite. Heke hûn manşetên nûçeyên PKK yên salekê binerin hûnê bi zelalî bibînin ku armanca wan ne dagirkerîya Tirk, Îran û Ereba ye tenê armanca wan tevgerên siyasî yên Kurdstanî, PDK û rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ye.

Ev peywirê ragehandina PKK di sala 1987 de bi kovara (Toplumsal Kurtuluş) rizgariya civakê ya Yalçîn Kûçik hatîye danîn. Karê danîna vî bingehê dij-Kurd ji alîyê mamosteyê Ocelan û babê fikra pantûrkîzmê Yalçin Kûçik bû.

Niha dema ku mijara PKK xizmeta kê/kî dike tê rojevê, yekser ew behsa kesên şehîd bûne dikin. Mîsyona PKK ê û erka ku dewleta Tirk li ser PKK ê ferz kiriye di bin navê şehîdan de tê maske kirin. Êrîşên dewleta Tirk ne li ser çapemeniya PKK ê ne, li ser hin pêkhateyên welatparêz in. Lêbelê, dîroka her yek ji navên ku medyaya PKK ê birêve dibin gumanbar e. Bo mînak werin em bi hevra Îsmet Kayhan bînin bîra xwe.

Medya PKK ê û rastîya İsmet Kayhan

Îsmet Kayhan yek ji navên ne medyatî lê yên girîng ên medyaya PKK ê ye. Îsmet Kayhan ji Kurdên Anatoliya Navîn e, ji salên 1990 î ve li Ewropa û Tirkiyeyê di çapemeniya PKK ê de cih digire. Li gelek cihan wek ajansa PKK ê a yekemîn KURDHA, Kovara îdeolojîk a Serxwebûn, Kanala Tv yê a yekemîn MED TV, de xebitî ye.

Lê taybetmendiya Kayhan a herî girîng ew e ku berpirsyarê ANF ê bû, ANF ajansa çapemeniyê ku PKK ê piştî sala 2000 î li gorî paradîgmaya xwe ya nû restore kir.

Wekî din, taybetmendiyeke din a Kayhan têkiliyên wî yên bi Mîta Tirk re ye

Di sala 2011 an de nûçegihanê AFP ê Mustafa Özer behsa têkiliyên xwe yên bi Mîtê re û çawaniya hatin û çûna xwe ya Qendîlê dike. Her wiha dibêje ku çawa bi rêveberê ANF Îsmet Kayhan re têkilî daniye, çiqas pere daye Îsmet û çawa bi hev re xebitîne. Ango berpirsê ANF ê bi Mîta Tirk ve girêdayî ye. PKK ya ku her kesî bi sîxurtiya Mîtê sûcdar dike, li ser têkiliyên sîxurîya midûrê ajansa xwe Îsmet Kayhan ku 31 sal in di çapemeniyê de dixebite, tiştekî na bêje. Dema ku têkiliyên wî yên bi Mîtê re eşkere bûn, demekê ji ber çavan hate berzekirin û ew şandin Berîtanya. Di vê serdemê de jî Kayhan bi navên cuda di çapemeniya PKK ê de xebitî û têkiliya wî ya bi ragehandina Brukselê, Komîteya qada îdeolojîk û Komîteya Çapemenî û Weşanê re berdewam kir. Ew hîn jî dixebite.

Kayhan ku têkiliyên wî bi Mîtê aşkere bûyî niha di medyaya PKK ê de li dijî Barzanî, PDK û Herêma Kurdistanê dosyayên taybet dinivîse.

Dij-Barzanî bûna wan têkiliya wan ya bi Mît re nikare veşêre

Em dibînin ku sîxur Îsmet Kayhan di sala 2019an de bi sernavê “Barzanî û tevgera Kurd” rêzenivîseke 5 beşî amade kiriye. Ew di hemû nivîsên xwe yên din da hewl dide ku Barzanîyan bêrûmet bike û wan weke sîxur destnîşan bike. Têkiliyên Îsmet Kayhan bi xwe bi Mît re û malpera nûçeyan ya ku wî ji bo Mît li Ewropayê dixwast damezrîne çi lêhat? Ew 22.000 euro pereyê ku Îsmet Kayhan ji Mîtê standiye çi jê bû?

Erê, hûn dikarin di medyaya PKK de bibin ajanê tirkan, hûn dikarin ji Mîtê re bixebitin, lê eger hûn biberdewamî dijminatiya Barzanîyan bikin, kêşe nîne. Ger hûn wek Îsmet Kayhan nivîsan li dijî Barzanî binivîsin sîxurîya Mîtê ji bo PKK ê ne kêşeye.

Mînaka Îsmet Kayhan di dijminatiya Barzanî de şirîkatiya PKK û dewleta Tirk destnîşan dike. Her çend Dewleta Tirk weke ku bi PKK ê re di nava pevçûnêde bixûye jî, di esasê xwe de armanca wan ew e ku hemû Kurdên derveyî PKK ê belavbike û hola sîyasetê tenê ji PKK ê re bihêle.

Di her biryareke dewleta Tirk a di derbarê Kurdan de divê mîsyona medyaya PKK ê de bêyî berçavgirtin û şêwazê bikaranîna PKK ê ji aliyê dewleta Tirk rast were nirxandin. Heke wê şîrove û nirxandinên me xelet bin.

Pustên heman beş