Balafireke keşfê a Tirkiyê otomobîleke Hêzên Sûryeya Demokratîk li sînorê Kobanê hedef kir, çekdarekê HSDê û karmendekî Rêveberîya Xweser kuştin.
Rwangeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, li roja 12 sibatê balafireke Tirkiyê otomobîleke HSDê li gundê Menaz yê grêdayî Kobanê hedef girtiye, di encamê de çekdarekî HSDê tê de canê xwe ji dest da ye.
Her wiha eşkere kir, balafireke Tirkiyê li heman rojê li otombîleke din li gundewarê Kobanê bordoman kir û di encamê de karmendekî Rêveberîya Xweser tê de canê xwe ji dest da.
Li gorî Rwangeha Sûrî a mafên mirovan ji destpêka vê salê ve, 5 sivîl û 6 çekdar di êrîşên dironên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.