Berpirseka PKKê li Konyayê hate girtin

Guldal Bebek -pkk-konya-turkey-info

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê berpirseka rêxistina PKKê ya bi navê Guldal Bebek desterser kirin, PKKê jî tu agahî derbarê girtina vê kadroya xwe parvenekirine.

Ajansa Anadolê a dewleta Tirk belav kir ku wezareta karên navxweyî daxuyand di encama xebatên midûryetên ewlehiyê yên Konya û diyar bekrê da, kadroyeka jin ya rêxistina PKKê bi navê Guldal Bebek û kodnavê Xweza di nav û nîşanekê Konyayê de hate desteser kirin.

Destnîşan kir, 23ê sibatê roja pêncşemê ber bi êvarê hêzên ewlehiyê operasyon li dar xistin û ew kadroya PKKê li gel 3 kesên din desteser kirin, hêzên ewlehiyê di nav û nîşanê da jî demançeyek, 2 sajorên wê, 31 gulle, makîneya lehîmê ya pê gulle û bombe tê çêkirin, bi dest xistin.

Li gorî ajansa Anadolê, ev kadroya PKKê derbasî Tirkiyê bibû û li nav û nîşanekê Konyayê de xwe veşartbû û amadehî bo êrîşê dikir û li benda telîmatên rêveberên payebilind yên rêxistinê bû.

Di daxuyanyê da hat gotin ku kadroya PKKê ya desteser kirî ji bo êrîşeke weke êrîşa 13ê mijdara 2022an ya li kolana îsitqlalê, amadehyên dawîn dikir. Rêxistna PKKê jî ti agahî derbarê girtina vê kadroya xwe belav nekirne.

Pustên heman beş