Banka Cîhanê: Ziyana erdhejên 6ê Sibatê 34 milyar dolar e

Banka Cîhanê: Ziyana erdhejên 6ê Sibatê 34 milyar dolar e

Banka Cîhanê eşkere dike, ziyana erdhejên 6ê Sibatê ya li Mereş û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 34 milyar dolar e.

Banka Cîhanê di raporekê de eşkere dike, ziyana aborî ya erdhejên 6ê Sibatê ku li Mereşê rû dabûn û 34.2 milyar dolar e û ev pere piştî avadankirina navçeya erdhejê dikare sê car zêdetir bibe.

Li gor raporê, %81 ziyan li bajarên Hatay, Mereş, Dîlok, Meletî û Semsûrê çêbûye, li wan bajaran 6 milyon û 450 hezar kes dijî.

Di raporê de hat gotin, ev pere dike ji sedî 4ê dahata navxwe ya Tirkiyeyê ya sala 2021ê û herwiha ji dahata navxwe ya 80 welat û herêman zêdetir e.

Di erdhejên 6ê Sibatê de ku ziyan gihandibû 11 bajaran, li gor amarên fermî 44 hezar û 374 kes canê xwe ji dest dabûn, zêdetir ji 100 hezar kes birîndar bûbûn û mala milyonek û 250 hezar kesan têk çûne.

Pustên heman beş