PKK’ê li Taxa Şêxmeqsûd zarokek din jî revand

PKK’ê li Taxa Şêxmeqsûd zarokek din jî revand

Rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger”ên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li taxa Şêx Meqsûda bajarê Helebê, zarokekî dinê kurd revand da ku wî bike nav refên hêzên çekdarên wê partiyê de.

Li gor agahiyan, rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya ser bi PKK’ê ve zarokê bi navê Mihemed Husên Horo (14 salî) li taxa Şêx Meqsûda bajarê Helebê revand, da ku wî tevlî refên hêzên çekdarên wê partiyê bikin.

Mihemed Husên Horo ji gundê Kefir Safrayê navçeya Cenderesa Efrînêye.

Çekdarên PKK’ê bêyî ti rêgiriyeke exlaqî berdewamin di revandina zarokên temen biçûk de li deverên di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de.

Çend roj berê jî Ciwanên PKK’ê zarokek nexweş li taxa Şêx Meqsûda bajarê Helebê û zarokek jî li bajarê Qamişlo revandibûn, da ku wan tevlî refên hêzên leşkerîyên wê partiyê bikin.

Rêxistina jê re dibêjin “Ciwanên Şoreşger” bi awayekî eşkere bi ti pêkhate û dezgehên siyasî û leşkerîyên Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî nîne û rasterast girêdayî PKK’êye ku di lîsteyên rêxistinên terorîstî yên navdewletî de cih digire.

Pustên heman beş