Rastiya wan du jinên ciwan, ku PKK’ê di got “KDP revandine” çî ye?

Rastiya wan du jinên ciwan, ku PKK’ê di got"KDP revandine" çî ye?

Medya PKK 20ê Sibatê nûçeya ku du keçên ciwan ên Êzidîyan hatine revandin parvekir. Di 20 ê Sibatê de, Ajansa Nûçeyan a PKK ê, ANF û Rojnews, bi manşêta “hêzên PDK ê di keçên Êzdî revandin” derewek din belavkir. Roja paşê, rêxistina jinên PKK’ê a Şingalê TAJE li ser mijara her du jinên ciwan îdîa kir ku PDK’ê ew revandin e. Piştî nûçeyên li Medyayê, Darka Mazi lêkolînek li ser mijarê kir.

Çavkaniyên Darka Mazi yên herêmê,  li gel xizmên malbata wan keçan û mirovên wan yên kampê re pêwendî çêkirin. Rastiya vê bûyerê bi hûrgulî hate lêkolîn kir.

Çend keç winda bûne?

Li gorî agahîyên ku me wergirtine, tenê keçikek ciwan winda ye. Jixwe medyaya PKK’ê jî di nûçeyên xwe de navê keçekê neweşand. Navê xwe nade. Heta niha, ne li kampan û ne jî di saziyên fermî de, ji bilî serlêdana windabûna yek keç çi serlêdan nehatiye kirin.

Jina ciwan a ku wenda bûye tenê Vîyan Ferec Silêman Xelef e. Di lêkolînên me de, jî derketîye holê ku Vîyan Ferec ne winda ye, belku li gel hezkiriyê xwe çûye. Vê bûyerê çi eleqe bi layenekî sîyasî ve nîne belku pisgirêkek civakî ye. 

Mixabin, têkiliyên wiha di nava Cikava Êzidî de bi gelemperî bi cezaya giran re rû bi rû dimîne. Keçên Êzdî nikarin li gel lawikekî Misilman evînî û hevjînî bike.  Lê PKK’ê pisgirêkek ji bo civaka Êzdî ev qas giring ji bo xwe kirîye mijara propagende yê. Ev yek bêrêzîyeke mezine li hember Kurdên Ola Êzidî. PKK hember pîrozî û mebdeyên Êzidiyan bêrêzîyê dike.

Vîyan Ferec Silêman kî ye?

Vîyan keçek Êzdîye û temenê 26 sal e. Ew bi malbata xwe re li komalgeha Xankê ya bi ser Duhokê ve dijî. Tê zanîn ku ev jina ciwan ji ber heskirîyê xwe yê misilman rastî zexta malbatê hatibû.

Ewê dizanî ku malbat wê bi heskirîyê wê re na zewicîne ev jî bi heskirîyê xwe re direve.  Vîyan li komalgeha Xankê bi tena sere xwe bi Texsîyê direve. Ev reva wê di kamîre yên wê deverê de jî bi zelalî dîyar di be. Mirovên Vîyanê dibêjin gava ew ji mal derketî bi xwe re pasport, pere û ewraqên xwe yên fermî jî birin e. Bavê Vîyanê li ser vê bûyerê dezgehên fermî agahdar dike. Ji bo peydakirina Vîyan û xortê ku ew bi wî re çûyî, hemû binkeyên pêwendîdar hatine agahdar kirin. Her wiha, dergehên sînor û balafirgeh jî li ser pirsgirêkê agahdar kirî ne.

Heya niha, hêzên asayîşa Duhokê li ser vê mijarê daxuyaniyek nedane, lê tenê bi mabata keçikê re têkilî çêkirin e. Bi vî rengî, hêzên asayîşê  bi rêzdarî nêzîkî mahremîyeta civaka Êzdî bûye.

Armanca qirêj a PKK ê

Xelkê Xankê û hemî civaka Êzidî van agahîyên me piştrast dikin. Jixwe birayê Vîyanê Dilman Ferec jî çi behsa PDK’ê û Pêşmerge nekirî ye.

Medya PKK’ê li ser vê pirsgirêkê gotinên nediyar bikar aniye. Her çend manşêta nûçeyê de behsa PDK’ê hatibe kirin jî lê di naveroka wê de tiştek zelal nabêje. Ev nûçe ji bo bêrêzkirina PDK’ê li ser masê hatîye amadekirin. Ji bo ev derew pîçek dî jî pêbawer be rêxistina TAJE ya ser bi PKK’ê daxuyanîyek bi derewan nexşandî belavkir.

Di vê pêvajoyê de, PKK ji bo pêşîlêgirtina geşedanên siyasî li Şingalê, kampanyayek daye dest pê kirin. Mirovên bêguneh wekî sîxur tên tawanbarkirin û zext û îşkence li wan tê kirin. Dîyar e ku nûçeya PKK’ê  ku dibêje “PDK Keçên Êzidîyan di revîne” beşek ji kampanyaya PKK ê ye.

PKK dilpakîya civaka Êzidî, safbûna wan û mirovhezî ya wan bi nebaşî bikartîne û wana di bin bordomana derewan de dihêle. 

Pustên heman beş