Berpirsekî PKK’ê piştî otomobîlek dizî hat kuştin

Berpirsekî PKK’ê piştî otomobîlek dizî hat kuştin

Yek ji berpirsên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê piştî ku 3 kesan erkdar dike ku ji wî re otomobîlan ji Kerkûkê bidizin, ji aliyê dronên arteşa Tirkiyê ve tê kuştin.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, berpirsekî PKK’ê yê bi navê Delîl ku li sînorê bajarokê Çemçemal ê Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên ceng yên Tirkiye ve hatiye hedef girtin û kuştin di sala 2019an de sê kes erkdar kirine ku ji PKK’ê re otomobîlên wilatiyên Kerkûkê bidizin, ji boy ku PKK’e sûd ji wan otomobîlan wergire.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, vî berpirsê PKK’ê her yek ji Letîf, Çoman û Bextiyar ku ji Başûrê Kurdistanê ne, erkdar kirine ku li bajarê Kerkûkê otomobîlên wilatiyan bidizin heya ku PKK’e ji wan otomobîlan sûd werbigire.

Çavkaniyên Darka Mazî her weha didin zanîn, loma vî berpirsê PKK’ê ev kesane erkdar kirine ku ji Kerkûkê otomobîlan bidzin heya ku ev kar zêde di medyayê de cî negire û foxsa medyayê nekeve ser vê mijarê.

Li gor agahiyan, van kesan otomobîleke Honda ya wilatiyekî Ereb li ser cadeyeke giştî ya Kerkûkê sekinandiye, piştre otomobîl bi zordarî û çek ji vî wilatiyê Ereb stendiye û radestî PKK’ê kiriye.

Pustên heman beş