Li Şingalê sê gorên bi kom tên vekirin

Li Şingalê sê gorên bi kom tên vekirin

Li Şingalê sê gorên bi kom tên vekirin û tê çaverêkirin ku 40 term tê de hebin.

Îro Şemiyê 4ê Adara 2023an li Şingalê sê gorên bi kom ên dema DAIŞê li gundê Hemedanê yê ser bi qezaya Şingalê tên vekirin.

Tê çaverêkirin ku termên 40 welatiyan di nav wan goran de hebin.

Ev di demekê de ye ku heta niha ji 89 gorên bi kom ên welatiyên Şingalê, 38 gor hatine vekirin û rufatên 160 welatiyan bo kesûkarên wan hatine vegerandin.

Herwiha 500 rufatên welatiyan bo Tiba Dadî ya Bexdayê hatine veguhestin, da ku pişkinîna DNA li ser wan were kirin û nasnameyên wan werin eşkerekirin.

Pustên heman beş