Şingal- Goreke komî ya kurdên êzdî hat vekirin

Wekîlê qaymeqamê Şingalê ragihandiye, goreke komî ya kurdên êzdî li navçeya Şingalê hatiye vekirin.
Di vê derbarê de, wekîlê qaymeqamê Şingalê Nayif Seydo ji BasNewsê re ragehandiye: “Îro Şemiyê 04.03.2023ê bi amadebûna Baba Şêx û rêberên olî yên êzdiyan goreke komî li gundê Qineyê ya ser bi qeza Şingalê ve ji aliyê tîmên fermangeha gorên bikom ên Iraqê ve tên kolandin”.
Herwiha Nayif Seydo dibêje: “Hîn ne diyar e ka dê çend cenaze di gora bi kom de û û kesên di gorên komî de hatine veşartin kî ne ew dê piştî kolandinê bên eşkerekirin”.
Nayif Seydo dibêje: “Terorîstên DAIŞê li devera Qineyî ya Şingalê gelek kes kuştine û di gorên komî yên deverê de defin kirine”.