Serok Barzanî: Qewareya Herêma Kurdistanê yek ji berhemên raperînê ye û divê were parastin û bihêzkirin

serok-raperin-kurdistan

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Raperîna sala 1991ê ya Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û tê de tekezî li wê yekê kir ku “Raperînê ew rastî ji dost û dijminan re îspat kir ku zilm û tirs ti carî nikare vîna azadiyê di dilê gelê Kurdistanê de vemirîne”.  

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta 32 saliya raperîna mezin a gelê Kurdistanê, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hemû têkoşer, azadîxwaz, welatparêz û hemû gelê Kurdistanê dikim”.  

Serok Barzanî da zanîn, “Raperîn, bi saya îradeya azadiya gelê Kurdistanê, qehremaniya Pêşmerge, plansazkirin û yekrêziya partiyên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê pêk hat. Raperînê ew rastî ji dost û dijminan re îspat kir ku zilm û tirs ti carî nikare vîna azadiyê di dilê gelê Kurdistanê de vemirîne. Raperîn nirx û armancên bilind hilgirt, ji bo gelê Kurdistanê azad bibe û jiyaneke wî ya serbilind li welatê wî hebe”.  

Serok Barzanê di peyama xwe de dibêje: “Di bîranîna raperînê de, bi hezaran silav ji bo şehîdên raperînê û hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û em tekeziyê li ser wê yekê dikin ku qewareya Herêma Kurdistanê ku yek ji berhemên raperîna gelê Kurdistanê ye, destkefteke dîrokî û giranbuha ya gelê Kurdistanê ye. Divê ev destkeftî bê parastin û bihêzkirin û bi ti carî nabe kar ji bo lawazkirin û nehîştina nirx û armancên ku gelê Kurdistanê ji bo wan serî hildaye, bê kirin”.  

Pustên heman beş