Sererkanê Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

General Mark Milley -darkamazi

Hate diyarkirin ku Sererkanê Giştî yê Amerîkayê General Mark Milley bi awayekî surprîz serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Sererkanê Giştî yê Amerîkayê General Mark roja Şemiyê 4ê Adara 2023an di çarçoveya serdaneke berê nehatibû ragihandin de baregeha leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê kontrol kir.

Li gorî nûçeya Euronewsê, Milley ê ku serdana baregeha leşkerî ya 8 sal in di têkoşîna li dijî DAIŞê de kar lê tê kirin, daxuyaniyek da rojnamevanan.

Li aliyê din ajansa nûçeyan a Reutersê jî nûçeya serdana Miller weşand û diyar nekir ku serdana kîjan baregehê kiriye. Li gorî nûçeyê Sererkanê Amerîkayê got, “Hêzên Amerîkayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di warê misogerkirina têkbirina berdewamî ya DAIŞê de, pêşde çûne”.

Milley di bersiva pirsa rojnamevanekî de ku gotibû “gelo erka li Sûriyê hêjayî rîskê ye yan na?” bi ewlehiya hevpeymanên xwe ve girê da û got, “Erê.”

Têkildarî serdana Milley ji HSD û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ti daxuyanî û agahiyên fermî nehatine dayîn.

Pustên heman beş