Trump: dikarm şerê li Ukrayna di 24 saetan de rawestînim

Trum-ukrain

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump soz da ku dê rêberên Yekîtiya Ewropî razî bike ku di nav 10 xolekan de alîkariya ji bo Ukraynayê zêde bikin, eger ew di hilbijartinên pêşerojê yên serokatiyê de biserkeve.

Trump di konferansa salane ya muhafezekarên Amerîkî li Washingtonê de got: “Ez dikarim bi hemû serkirdeyên welatên Yekîtiya Ewropî re bicivim, ji ber ku ez wan hemûyan an piraniya wan nas dikim, û ew dê pereyan berdin, eger ez ji wan re bêjim ku divê çi bikin. Ew niha nadin, û neheq e ku Dewletên Yekbûyî bi tenê piştgirî û drav bide Ukraynayê.

Trump da zanîn ku divê Ewropa dest bi xerckirina pereyan bike û da zanîn ku Washingtonê 140 milyar dolar ji bo alîkariya Kîevê terxankirine,lêbelê Yekîtiya Ewropayê tên 15-16 milyar dolar terxankirine.

Trump bal kişand ser wê yekê ku “Amerîka ji ber metirsiya bikaranîna çekên atomî û derketina şerê cîhanê yê sêyem, ji her demê bêhtir di rewşeke xeternak de ye.”

Trump pirs kir ku çima rêveberiya Joe Biden serokkomarê niha yê Emerîkayê Kîev bi pereyên ewqas mezin fînanse kir, di demekê de ku “serketina Ukrayna li dijî Rûsyayê di vê pevçûnê de” ji bo welatên Ewropî ji Dewletên Yekbûyî girîngtir e.

Û Trump, di heman konfêransê de, ragihand, ku ji bo wî ne zehmet e ku di nava 24 saetan de şerê Ukraynayê rawestîne, eger ew careke din wek serokê Amerîka hat hilbijartin.

Pustên heman beş