Di lêpirsîna erdheja Mereşê de 93 belênder hatine girtin

deprem kahramanmaraş

Di lêpirsîna erdheja 6ê Sibatê de 247 kesên di çêkirina xanî û avahiyan de xemsarî kirine hatin girtin û ji wan 93 belênder (mutehît) in.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûn sedema hilweşîna bi deh hezaran avahiyan, bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê derbarê kesên ku di çêkirina avahiyên hilweşiyayî de xemsarî kirine, lêpirsîn hatibûn destpêkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, 5ê Adara 2023an hejmara kesên girtî ku di çêkirina xanî û avahiyan de xemsariya wan hebûye gihiştiye 247 kesan. Ji wan 93 belênder, 123 berpirsên avahiyan, 13 kes xwediyê avahiyan û 18 kes jî kesên ku di avahiyan de guhertin kirine.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Pustên heman beş