PKKê 7 zarokên din yên Kurdan fedayî Apo kirin

pkk-kck-hpg-zarok-kurd-kec-xort-kurdistan-turkey-matin-metin-info

Rêxistina PKKê berê 7 zarokên din yên Kurdan da mirinê, ew li 2 sibata îsalê di şert mercên giran ên zivistana çiyayê Metînayê de bi kuştin dan, û îro hatiye di pesnê wan de gotî ye: 7 Fedayên din ên Apo!!.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê weke her roj, wêne û nasnameyên 7 keç û xortên din yên Kurdan aşker kir ku li 2 sibata îsal 2023an li çiyayê Metînî ê Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk a dagîrker dane kuştin û paş derbasbûna mehekê ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Navên wan wisaye:

Buşra Aktaş ji Mêrdînê.

Buşra Besrawî ji Kobanê.

Kanî Sakîn ji Mêrdînê.

Alî Fener ji Rihayê.

Zana Savûran ji Amedê.

Zubeyîr Teymûroglû ji Çewlîgê.

Îsmaîl Hasan Îbrahîm ji Hesekê.

PKKê ev ciwanên Kurd ku di destpêka gêncatîya xwe de ne bi kuştin dan, ew fedayî dozekê kirine ku pêwendîya wê bi Kurd û Kurdistanê ve tune, fedayê Biratya Gelan kirin, fedayî têzên genî ên zilamê Îmraliyê kirin, ew weke bi hezaran zarok û ciwanên din ên Kurdan bi navê Kurdistanê xapandin û ji boy biratîya bi dagîrkeran re dane kuştin.

PKKê di daxuyanîya raghandina şehadeta wan de bi rû qaymî gotîye ev lehengên Apo bûn, wan bi ruhê fedayî yê Apo şer kirin, lê belê her kes dizane Apo tu tiştek bi navê ruhê fedayî tune, Apo xwediyê ruhê teslîmbûnê ye, zilamê Îmraliyê tu berxwedaneka wî tune, tekane berxwedana wî eve wexta gotî li min nexin, diya min Tirke, ez ji bo xizmeta Tirkiyê amademe.

Pustên heman beş