Nêçîrvan Barzanî û Mîr Hazim tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin

Nêçîrvan Barzanî û Mîr Hazim tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Êzdiyan tekezî li ser giringiya berdewamiya guhdana bi rewşa Êzdiyan û cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê kirin.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Mîrê Êzdiyan li Herêma Kurdistana Iraqê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

Di civînê de rewşa Êzîdiyên li kampên koçberan, li Şingal û derveyî welat hate gotûbêjkirin û tekezî li ser berdewamiya proseya rizgarkirina Êzîdiyên revandî, başkirina jiyana rizgarkiriyan û çawaniya alîkariya wan hat kirin.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya guhdana bi rewşa Êzdiyan û cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kirin, ji bo ku xelkê herêmê vegerin cihên xwe û li ser asta Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê alîkarî bên kirin ji bo avakirina Şingalê û navçeyê bi giştî.

Nêçîrvan Barzanî berdewamiya piştevaniya Êzdiyan û parastina mafên wan li Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir. Herwiha tekez kir ku proseya rizgarkirina revandiyan û eşkerekirina çarenivîsa wan dê berdewam be û her çi pêwîst be ji bo rizgarkirin û alîkariya wan, dê xemsariyê nekin.

Ji aliyê xwe ve, Mîrê Êzidiyan spasiya Nêçîrvan Barzanî kir ji bo piştevanî û alîkariyên wî yên berdewam, bi taybetî hewlên wî yên ji bo rizgarkirina revandiyên êzîdiyan û berevaniya li mafên wan.

Encamên serdan û hevdîtinên vê dawiyê yên Mîrê Êzdiyan ligel Papayê Vatîkanê û rayedarên welatên Ewropa, Iraq û navçeyê mijareke din a vê hevdîtinê bû.

Pustên heman beş