PKK’e kadroyekî xwe bi sîxuriyê tawanbar dike

PKK’e kadroyekî xwe bi sîxuriyê tawanbar dike

Kesê bi navê Remezan Guneş ku li Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye revandin, bi salan bû xizmeta PKK’ê dikir, lê dema ket destê Tirkiyê, PKK’ê ew ji destpêkê ve kir sîxur. Ji avabûna PKK’ê heya niha, PKK’e wan kadroyên ku jê vediqetin dikuje, ger negihêje wan yan heger bikevin destên Tirkiyê ji wan re dibêje sîxur.

Dawiya hefteya borî saziya îstixbarata neteweyîya Tirkiyê (MÎT)ê ragihandibû ku endamê PKK’ê/KCK’ê Remezan Guneş di operasyonekê de li Silêmaniyê desteser kiriye û ew birine Tirkiyê.

Remezan Guneşê ku di sala 2008ê da tevlî PKK’ê/KCK’ê ya rêxistinê bûye, piştî ku nêzî salekê li Silêmaniyê di operasyona Mîtê da hat şopandin û hat girtin û dîsa anîn Tirkiyeyê, bi salan bû li bejahiyên Colemêrgê, Îraq û Sûriyeyê ji bo rêxistinê dixebitî.

Lêbelê PKK’ê ragihand ku Guneş ji PKK’ê dûrketiye û bûye sîxurê Tirkiyê.

 

Pustên heman beş