Devlet Bahçelî: Alîgirên Bursayê silav dikim Cîhekî bi navê Amed tine

Devlet Bahçelî: Alîgirên Bursayê silav dikim I Cîhekî bi navê Amed tine

Serokê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî îro di koma partiya xwe de derbarê rojeva Tirkiyê de nirxandin kirin, derbarê bûyerên çend roj berî naha yên nijadperestiya li hember Amedsporê pêkhatin de ragehand ku, alîgirên Bursayê silav dike û cîhekî bi navê Amed tine ye.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya heftane de, derbarê bûyerên çend rojên borî yên li Bursa ya Tirkiyê di dema lîstoka Bursaspor û Amedsporê de derketin de ragehand: Di navbera Bursaspor û Diyarbekirsporê de di dema lîstoka futbolê de ew pankartên ku hatin bilind kirin derveyî exlaqê sporê û dijî xwezaya futbolê ye. Li gor me cîhekî bi navê Amed tine û dê behsa Amedsporê neyê kirin. Ez alîgirên Bursasporê ji vê derê silav dikim. Ji ber sekna wan a mîlî ez wan pîroz dikim.

Bahçelî ragehand: Ewên ku dixwazin Tirkiyê parçe bikin, stadyum tehrîk kirin û ev yek qetle û şepirzeyî ye. Birayên min ên kurd cuda ne, lê terorîstên cudaxwaz cuda ne. Ewên ku dixwazin towê dijminayiyê biçînin her kî hebe divê serê wî bê jê kirin. Spora tirk cîhê dostanî û biratiyê ye. Di qadên sporê û futbolê de krîz derxistin, xirabiya herî mezin a ji bo nifşên paşerojê ye. Em çavê xwe ji wan re nagrin û emê neyên lîstokê.

Pustên heman beş