Austin: Amerîka piştevaniya xwe bo hêzên Pêşmerge didomîne

Austin-nechirvan-barzani

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Llyod Austin piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dubare kir û ragihand, Amerîka piştevaniya pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge dike.

Îro Sêşemê 7ê Adara 2023an, Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Llyod Austin gihîşte Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Piştî temambûna civîna navbera wan, herdu aliyan konferanseke rojnamevanî encam dan û bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin di konferansa rojnamevanî de piştevaniya welatê xwe ji bo hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de dubare kir.

Lloyd Austin got: “Em li Iraqê dimînin û em berdewam dibin di piştevanîkirina hêzên Iraqê û Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de. Em di dema borî de ligel Herêma Kurdistanê mil bi mil xebitîne.”

Di beşeke din a konferansa rojnamevanî de Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê pêşwazî li hewldanên Wezareta Pêşmerge yên ji bo yekxistina Lîwayên 70 û 80 nîşan da û got: “Amerîka pêşwazî li pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge dike”.

Ji aliyê din ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kir û got: “Me ligel Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, yekxistina hêzên Pêşmerge û hevahengiya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê gotûbêj kir”.

Pustên heman beş