Leşkerekî Tirkiyê di operasyona Pençe – Kilîd de mir

operasyona Pençe - Kilîd

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, leşkerekî wan ê li navçeya oparasyona Pençe-Kilîdê bi qezayekî birîndar bûye li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro 7ê Adarê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li navçeya oparasyona Pençe-Kilîdê, leşkerekî wan ê bi navê Adem Avunan bi qezayê birîndar bibû li nexweşxaneyê miriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, 18ê Sibatê 2023ê li navçeya oparasyona Pençe Kilîdê Adem Avunan bi şaşî birîndar bibû û piştre ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.

 

Pustên heman beş