Di salekê de Îranê 245 çalakvanên jin yên Kurd desteser kirine

jina-emini-darkamazi-8mars

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirov ragihand ku sala 2022an 245 çalakvanên jin ên Kurd li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin û ji wê hejmarê 30 kes bi tohmeta çalakiyên siyasî û beşdarbûna xwepêşandanan hatine cezakirin.

Xwepêşandanên çend mehên borî ku piştî mirina Jîna Emînî (17.09.2022) li bajarê Seqiz destpê kirin, di wan de jinan rolekî serekî û pêşeng dîtin û dînamoya xwepêşandanan bûn. Di xwepêşandanan de hejmareke berçav a jinan hatin kuştin, birîndar bûn û hinekan ji wan jî çavên xwe ji dest dan.

Rêxistina Hengaw bi helkefta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan raporek li ser rewşa jinan belav kiriye û dibêje: “21 jin ji ber çalakiyên siyasî, 3 kes li ser çalakiyên sivîl û di xwepêşandanan de jî 221 jin hatine desteserkirin.”

Li gor wê raporê, li parêzgeha Sine 137 çalakvanên jin, li parêzgeha Urmiyê 39, Kirmaşan 25, Îlam 24 û li parêzgehên Îranê jî 20 çalakvanên jin hatine desteserkirin. Ji 8ê Adara 2022 û heta 8ê Adara 2023an herî kêm 30 çalakvanên jin, bi tohmeta tevgera siyasî, beşdarbûna xwepêşandanan û çalakiyên sivîl bi giştî cezayê 77 sal û dû meh zîndan li ser wan hatiye ferzkirin.

Cezayê darvekirinê jî li ser du çalakvanên LGBTQ hatiye ferzkirin. Her li gor wê raportê, di sala 2022an de 25 jin li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin. Piraniya wan ji aliyê kesûkarên xwe ve hatine kuştin û kuştina 5 kesan ji wan li ser `namûsê` bûye.

Pustên heman beş