Li Meletiyê avahiyeke 5 qatî hilweşiya

Li Meletiyê avahiyeke 5 qatî hilweşiya

Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê avahiyeke 5 qatî hilweşiya. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hewl didin bizanin ku di bin avahiyê de kes heye an na.

Li taxa Mustafapaşa ya li bajarê Meletiyê, ku di erdheja Mereşê de ziyaneke mezin dîtiye, avahiyeke xisardîtî ya 5 qatî ji nişka ve hilweşiya.

Welatiyên ku hilweşîna avahiyê dîtine, agahî dane tîmên 112 û li ser agahdarkirinê, li derdora avahiyê tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin û tîmên AFADê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hewl didin bizanin ku di bin avahiyê de kes heye an na.

Pustên heman beş