Besê dîsa kerb û kîna xwe ya li himber PDK’ê û başûrê Kurdistanê eşkere kir

Besê dîsa kerb û kîna xwe ya li himber PDK’ê û başûrê Kurdistanê eşkere kir

Li roja 28 Sibata 2023an, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat beşdarî bernameya taybet ya “Medya Heber Tv” ya PKK’ê bû, Besê Hozat di vê bernameyê de nirxandin li dor “Tecrîda li ser Evdilla Ocalan”, erdhej, bûyerên piştî erdhejê û rojeva hilbijartinê kir.

Besê di nirxandinên xwe de dîsa kerb û kîna xwe ya li himber PDKê û kevneşopiya Barzanî diyar kir û careke din bi axaftinên weke xwe genî hejmarek derew derbara başûrê kurdistanê û PDKê rêz kirin.

Di nirxandinên xwe de Hozat ragihand ku dewlet, rejîma AKP-MHP’ê xwedî wê pilanêye ku herêmên erdhej lê çêbûy hemûyan ji kurdan, ji Elewîyan Xalî bike, bi vî rengî xwedî pilaneke qirkirinê ne û got, “ji bo pûçkirina vê yekê jî divê teqez xaka xwe neterkînin, xaka xwe, cih û warê xwe, mal û milkê xwe nefroşin dewletê. Eger ev piştevanî û piştgirî dewam bike emê karibin gundên xwe, bajarokên xwe bi xurtî ava bikin. Bi piştevaniyê, bi ruhekî hevpar, bi manewiyata hevpar û bi piştgirya madî emê karibin van deran bikin qada jiyanê.” ev axaftinên Besê di Demekî de ne ku bi sedema siyaseta şaş û şerê sexte yê Besê û partiya wê hejmarek herî zêde ji gund û bajarên Başûr û Bakurê Kurdistanê ji xelkê hatine valakirin û xelk koçberî bajarên mezin bûne û niha ji aliyekî tirk û ji aliyekî din PKK’e li gundên wan dimîne.

Mirov heyirî dimîne, Besê ji aliyekî dibêje, divê gelê me teqez xaka xwe neterkînin, xaka xwe, cih û warê xwe, mal û milkê xwe nefroşin dewletê, lê ji aliyekê din Besê û partiya wê yên bûy sedem bi hezaran kes ji gelê kurd erdên xwe, mal û milkên xwe bi cî bihêlin û herin cihên ewle heya ku nebin qurbaniyên şerê sexte yê di nêvbera dewleta dagirkera Tirkiyê û Partiya kirêgirtiya dewletê anku PKK’ê, ger Besê rast dibêje û naxwaze gel mal û milkên xwe biterkînin ji kerema xwe bila ew cîhên niha Partiya wê weke cîhên leşkirî binav kirîn û şerekî sexte têde dimeşîne vala bike, da ku şêniyên wan gundan vegerin ser mal û milkên xwe, ew mal û milkên ev nêzî 40 salane PKK’ê dest bi serda girtî û nahêle kesekî sivîl derbasî wan herêman bibe.

Tişta herî balkêş di axaftinên Besê de ev bû ku dibêje, “bi piştgirî û hevgirtina gelê me heta niha li hundir û derveyî welat alîkarî û piştgirîyeke mezin derketiye holê. Ger ku em vê kombûnê bigihînin hev, ger ev piştgirî û hevgirtin berdewam bike, em dikarin gundên xwe ji nû ve ava bikin.” belê ti kes nikare înkar bike ku alîkarî ji bûy mexdûrên erdhejê ji her çar perçeyên Kurdistanê û li dervey wilat jî hatine kom kirin, lê belê, her kes vê yekê jî dizane ku ev alîkarî ne ew qas mezinin ku gelê me bikare careke din gund û bajarên xwe pê ava bike, ger Besê û Partiya wê rast dibêjin û dixwazin gel gund û bajarên xwe ava bike bila ji wî pereyê ku weke bac ji xelkê hejar yên navçeyên sînorî distînin, ji pereyê ku bi darê zorê ji gelê me yê li ewropayê dijî distîne, ji wî pereyê ku bi darê zorê ji karsaz û karkerên kurd distîne bide mexdûrên erdhejê, bê guman bi wî pere ne bi tenê gund û bajarên ji erdhejê xerab bûyî wê werin avakirin, belku di şiyan de ye bajar û gundên herî baştir jî ava bikin, bi alîkariyên hatî komkirin ti gund û bajar ava nabin.

Tevî ku herame û gelê me yê kurd vê yekê qebûl nake jî, lê belê ger Besê rast dibêje, bila ji kerema xwe bi tenê 10% a wî pereyê Partiya wê ji bazirganiya madeyên hişber bi dest dixe bi mexdûrên erdhejê bide, bêy guman bi vî pere wê tev gelê me bikare li gund û bajarên xwe ne bi tenê avahiyên du qatî belku avahiyên 20 qatî jî ava bike.

Li dawyê Besêya genî dîsa kerb û kîna xwe ya li himber PDKê ne veşart û pir bi rû qayîmî her wek gelê kurd bi çavên xwe li ser ekranên tev telefizyon û sosyal medyayê de nedîtibe ji başûr çi qas alîkarî hatin komkirin û PDKe jî çi qas alîkarbûye ji boy komkirin û hinartina van alîkariyan, got,  “PDKê gelê meyê li Başûrê Kurdistanê asteng kir, dewleta tirk pêşî li wan girt”, belê ev axaftin bi tenê bese ku mirov Besêya derewîn nas bike, ji ber ku her kes şahide li ser vê yekê ku başûrê kurdistanê ne bi tenê alîkariya bakur belku alîkariya rojava jî kir û niha jî berdewame li ser alîkariyan, Herêma Kurdistanê yekem alî bû ku alîkarî gihandî Bakur û Rojava Kurdistanê, vîdyoyên di medyayê de hatîn parve kirin belgeyên haşahelnegirin li ser vê yekê, Besêya genî nkare bi derewan rûyê reşê xwe û Partiya xwe spî bike. 

Pustên heman beş