Rêxistina PKKê nasnameya 5 ciwanên din yên Kurd eşkere ku li sala 2021 ketine ber êrîşên dewleta Tirk û paş derbasbûna 2 salan ji nû ve mirina wan îfşa kir.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê, duh roja sêşemê 7/3/2023 nasnameya 5 çekdarên xwe eşkere kir ku li sala 2021 li Herêma Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne, PKKê mirina wan weke bi hezaran ciwanên din yên Kurd veşartbû.
HPGê di pesnê van ciwanan de dîsa gotîye: “Ew milîtanên hêja yên Apo bûn, ew fedayên Apo bûn, wan ji zaroktiya xwe Apo û felsefa Apo naskirbû”!.
PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ew ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan dide mirinê, PKKe zarokên Kurdan di revîne û bi destê artêşa dewleta dagîrker dide kuştin û piştire tê û dibêje: Ew layqî Apo derketin!.