Artêşa Tirkiyê li Şirnexê operasyoneke nû da destpêkirin

Artêşa Tirkiyê-Şirnexê

Li Şirnex a Bakûrê Kurdistanê artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû ya li dijî PKKê kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand bi beşdariya 540 endamên hêzên ewlekariyê û cerdevanan oparasyona “Eren Dorpêç/ Payîz-Zivistan-26” li sinorê parêzgeha Şirnexê dest pê kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di roja yekemîn a operasyonê de, ku bi êrişa hewayê ya operasyona Cendirmeyan, destpê kir, 8 şikeft û 11 stargeh li herêma Bestayê hatin tesbîtkirin.

Oparsyona navborî li devera Bestayê berdewam e.

Pustên heman beş