Malbata gerîlayekî PKKê yê ku jiyana xwe ji dest daye, nûnerên PKKê ji mala wan derdixin

Malbata gerîlayekî PKKê yê ku jiyana xwe ji dest daye, nûnerên PKKê ji mala wan derdixin

Dema şandeke PKKê çûbû malbateke Germiyanî ku kurê wan di nav PKKê de hatiye kuştin, şer derket û malbatê şanda PKKê ji mala xwe avêtin derve.

Li gorî agahiyên BasNewsê, 5ê Adarê, şandeke PKKê bi nûneratiya kesekî bi navê Wehab Simel Fiş û kesekî nenas bi navê Heval Egîd, çûne mala gerîlayekî bi navê Mihemed Karî li taxa Simood a bajarê Kelarê, her du kes bi çek û sîlehan. Ji endamên malbatê re gotin ku kurê wan hatiye kuştin Li wir malbata gêrîla yekser ji wan re got: “Baş e, piştî sê salan hûn ji me re dibêjin kurê we hatiye kuştin? Wê demê çima te ji me re negot? Çima we piştî hefteyekê ji me re negot ezbenî, piştî mehekê?” Heyeta PKKê ji wan re dibêje haya wan jê nîne û ev ferman ji jor ve hatiye dayîn. Malbata şehîd ji wan re got: “Ev ne rast û sexte ye, eger hûn rast dibêjin cenazeyê kurê me bidin me.”

Li ser vê yekê şanda PKKê wêneyek derxist û ji wan re got: “Ev cenazeyê kurê we ye, lê ji ber ku li Zabê hatiye kuştin nayê naskirin.” Li ser vê yekê jî di navbera wan û malbata gêrîlayê şehîd de alozî derket.

Xalê kurê wefat Mehmûd Germiyanî ji BasNewsê re got: “PKK 3-4 roj berê ji me re gotibû kurê we sê sal berê hatiye kuştin çima we wisa kir? Gotin ji jor ve ji me re gotine, em nizanin, divê ji jor ve bersivê bidin, me cenaze xwest, gotin 5 kes in û cenazeyên wan berovajî kirine.

Herwiha Mehmûd Germiyanî dibêje:“PKKê bi şev bi rêya hevalekî kurê birayê min telefonî wî kir û jê re got ku Heme hatiye kuştin, danê sibehê jî PKKê telefonî mamê min kir û jê re gotin ku dê sibê bên mala wî. Me dizanibû ku ev çi ye, lê me got bila werin. Dema hatin me gelek pirs ji wan kirin, gotin nizanin çima dereng hatiye gotin. Em bi xemgînî li hemberî wan derketin û bi wan re bi hovîtî axivîn, me li mala xwe bi wan re rû bi rû man û me cenazeyê kurê xwe ji wan xwest.”

Herwiha Mehmûd Germiyanî dibêje:“Kurê me zarok bû û hat xapandin. Yên ku diçin mejiyê wan tê şûştin, zarok bû, zarok ji tiştên heram hez dikin û me nizanibû ku çûye. Em 3 caran çûne Qendîlê û li kuderê bipirsin, lê her carê derew li me kirin, niha em ji PKKê re dibêjin termê kurê me li ku ye. Ev biraziya min ê zarok çawa hat kuştin? PKK xelkê ji Kelarê dibe, du-sê kes ji Kelarê yên çûn nava PKKê vegeriyane, kes rastiyê nabêje. Çima ev kes vegeriyan û yên me hatin kuştin? Kes tiştekî ji me re nabêje.”

Xalê wî gerîllaya dibêje: ‘’Çi delîl hene ku balafirê ew kuştiye? Wêneyên 5 kesan nîşanî me dan, du ereb û yek ji bakur, ku li Zabê hatibûn kuştin. Me ji PKKê re got bila kurê me tenê telefonê bike, lê nekirin. PKK careke din me nexapîne. PKK li ser zarokên Germiyanê kar dike û mêjiyê wan dişo, lê tu dê û bav naxwaze zarokê xwe tevlî PKKê bike.”

Pustên heman beş