Akar: Operasyonên me yên li dijî YPGê di berjewendiya Şamê de ne

Hulusi Akar -ypg-syria

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar derbarê peywendiyên Sûriye û Tirkiyê de got dê hefteya bê şandeyên teknîkî bicivin û civînên bi vî awayî berdewam bin. Akar diyar kir ku operasyonên wan ên dijî YPGê di berjewendiya Şamê de ne.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar îro 12ê Adara 2023an li parêzgeha Hatayê beşdarî bernameyeke medya Tirkiyê bû û li ser mijarên di rojevê de axivî.

Hulusi Akar li ser pirsa proseya diyaloga Şam û Tirkiyê û bendewariyên her du welatan ji hev got wan di civîna li Moskowê ya sêalî de lihev kiribû ku civînên şandeyên teknîkî bên çêkirin.

Akar amaje bi operasyonên artêşa Tirkiyê bo ser hêza YPGê de jî got ew operasyon di berjewendiya Sûriyê de ne.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar anî ziman, “Di rastî de niha yek ji sêyê axa Sûriyê terorîstan dagîr kiriye. Ji ber wê jî karê em dikin li aliyekî jî piştgiriya serwerî û yekîtiya Şamê ye û di berjewendiya wan de ye. Em her dubare dikin tişta em li Sûriyê dikin ne dagîrkerî û destdanîna ser axê ye. Tişta em dikin avakirina ewlekariya 85 milyon welatiyan e. Divê Sûriyê vê yekê baş fam bike. Carna mixetabên me wek ku famkirine xwe nîşan didin lê carna jî vê yekê nabînin”.

Pustên heman beş